Netanyahu, bertek nîsanî wê peymanê da
PeyamaKurd- Ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, peymana pevguhertina girtiyan a di navbera Amerîka û Îranê de rexne kir.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Netanyahu rexne li rêkeftina di navbera Amerîka û Îranê de kir ku di berdêla pevguhertina girtiyan de bi qasî 6 milyar dolarê samanên cemidandî yên Îranê dê radestî Banka Navendî ya Koreya Başûr were kirin û were berdan.
Netanyahu di daxuyaniyê de got "Helwesta Îsraîlê ya di derbarê rêkeftinên ku dê binesaziya navokî ya Îranê têk nece de karê wê yê navxweyî bi dawî neke, lê dê pêkhateyên terorîst ên ku ji aliyê Tehranê ve tên piştgirîkirin fînanse bike, zelal e."
Li gorî tê diyarkirin, Îsraîl bernameya nukleerî ya Îranê û komên girêdayî wê yên li herêmê wekî "gefa yekem a ewlehiya neteweyî" dibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin