Hosyar Zebarî bertek nîsanî Iraqê da: Nijadperestiya kirêt bes e!

04 sibat 2021 22:33
Hosyar Zebarî bertek nîsanî Iraqê da: Nijadperestiya kirêt bes e!

PeyamaKurd - Wezîrê berê yê darayî yê Iraqê Hoşyar Zebarî, li ser helwesta Iraqê derbarê Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî û Parlamentoya Iraqê li ser budçeyê got: “Ti desthilata Parlementoyê ya destûrî nîne yariyê bi budçeyê bike. Bes e regezperestiya kirêt.”

Hoşyar Zebarî ku di navbera salên (2014 heta 2016) Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, li ser rûpela xwe ya Facebookê rexneyên tund li Komîteya Darayî û Parlamentoya Iraqê girt.

Zebarî got, madeya 62 ya destûrê, desthilata parlamentoyê li ser bûdceya darayî di du paragrafan de yekalî kiriye. Di paragrafekê de gotiye: “Encûmena Wezîran projebudceya giştî û hesabê dawiyê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Parlamentoyê dike.”

Zebarî diyar kir, li gor destûrê, ne ji mafê Parlemanto û Komîteya Darayî ye, yariyê bi projebudceyê bike û wê biguherîne û got, “Tiştê niha tê kirin, bazdan e li ser perensîpa cudakirina desthilatan ku bingeha sîstema demokrasiyê ye.”  

Di berdewamê de Zêbarî da zanîn, “Destêwerdana Parlamentoyê di karûbarên desthilata cibicîkar û dadweriyê de, li piraniya welatan ne karekî yasayî û demokrasî ye” û wiha pê de çû:

“Divê sînorek ji wê yekê re were danînin, ji ber ku sîstema me ya wek dewleteke federal ya serbixwe û xwedî serweriya temam, sîstema hikumraniyê tê de komarî, parlamenî, demokratîk e û ev destûrê gerentiya yekgirtîbûna Iraqê dike.”

Zebarî bibîr xist: “Nabe parlamenterên birêz li gor dilê xwe û bi rêya endametiya xwe ya siyasî û mezhebî yariyê bi budceyê bikin û divê dadwerî û mafên hemû pêkhateyan bê dûrxistina kesekî û bê nijadperestî biparêzin.”

Di dawiyê de Zêbarî got: “Heger em bixwazin dewleteke medenî û dadperwer û li ser bingeha hevniştimanî û hevbeşiyê ava bikin, êdî bes e li ser têlên mezhebgerî û nijadperestiya kirêt û dûrxistinê yariyê nekin.”

Hoşyar Zebarî ev daxuyanî piştî çend civînên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê hat belavkirin ku tevî amadehiya temam ji bo li ser bingeha destûrê heta niha ti rêkeftin çênebûye.