MSDê li ser hevdîtinên bi Rejîma Sûriyê re daxuyanî da!
PeyamaKurd- Piştî ku Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) li paytextê Sûriyê li Şamê bi Rejîma Esed re hevdîtin pêk anî, cara pêşî daxuyanî da. Hat ragihandin ku ji bo Sûriya Demokratîk di hemî qadan de xebat wê werin kirin.
Şandeyeke MSDê ji bo ku bi Rejîma Sûriyê re hinek hevdîtinan pêk bînin çûbû Şamê. Piştî van têkiliyan cara pêşî, ji MSDê daxuyanî hat.
Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li ser daxwaza hikûmeta Sûriyê, li Şamê di navbera MSDê û hikûmeta Sûriyê de di 26.07.2018ê de hevdîtinek pêk hat. Ji bo ku hemî pirsgirêkên Sûriyê werin çareserkirin, ev hevdîtin pêk hat. Berî vê hevdîtinê jî, li Tabqayê di navbera her du aliyan de komîteyên piçûk hinek hevdîtin pêk anîbûn. Di encama hevdîtinê de li ser hinek xalan levhatin çêbûye. Li gorî vê, divê diyalog û muzakere were dewamkirin. Divê şer û pevçûnê li nava Sûriyê werin sekinandin. Lewra şer û pevçûn zerarê dide hemî gelên Sûriyê. Ji bo Sûriya demokratîk û ne merkezî biryar hatiye standin ku di hemî qadan de rênexşe were amadekirin û ji bo vê jî komîte werin avakirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin