Ji HSDê peyama Cejnê: Em bi hêvî ne dîyaloga nistimanî-nistimanî dest pê bike
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê, bi peyamekê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, şervanan û tevahî mislimanên li cîhanê pîroz kir.
HSDê di peyama xwe de diyar kir, "Em vê boneyê li malbatên şehîdên xwe, şervanên xwe yên ji bo ewlehî û aştiya gelê xwe li ser pêyan in, pîroz dikin. Her wiha em vê cejnê li tevahî mislimanên li cîhanê pîroz dikin.”
Di dewama peyamê de HSDê da xuyakirin, “Em bi hêvî ne em cejnê bikin derfeta yekkirina welatê xwe yê Sûriyeyê ku şer parçe kiriye. Em bi hêvî ne rêya destpêkirina diyaloga nîştimanî-nîştimanî were vekirin ku çareya siyasî ya adilane û mayînde bi xwe re bîne, xakên dagirkirî werin rizgarkirin û dawî li terora ku qirêjiyên xwe li welatê me belav dike, bîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin