Ji HSDê peyama Helebê: Em amade ne erd û gelê xwe biparêzin!

01 berfanbar 2024 15:59
Ji HSDê peyama Helebê: Em amade ne erd û gelê xwe biparêzin!

PeyamaKurd – Li ser pêşveçûna HTŞê û komên opozîsyonê li Heleb û Hemayê û gihîştina wan a nêzî taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiye yên Helebê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) peyamek belav kir.

Berdevkê Ragihandina HSDê Ferhad Şamî, li ser medyaya civakî ligel vîdyoyeke dîmenên perwerdiya şervanan ragihand, “Em amade ne erdên xwe û gelê xwe biparêzin.”

Li aliyê din tê gotin ku komên çekdar car caran berê xwe didin herêmên Til Rifat û Minbic ên di bin kontrola HSDê de û şer û pevçûn di navbera wan de rû didin, lê belê heta niha li Helebê agahiyên şer û pevçûnên YPG û HTŞê nehatine piştrastkirin.