Ji Hevpeymaniyê peyama Kurdî bo parastina Rojava û operasyonên terorê

10 rêbendan 2020 21:57
Ji Hevpeymaniyê peyama Kurdî bo parastina Rojava û operasyonên terorê

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, Myles Caggins li ser twitterê peyameke bi Kurdî belav kir û got, dê operasyonê ligel hevalbendên Kurd ên Sûriyê li dijî DAIŞê berdewam bikin.

Caggins di twîta Kurdî ya digel wêneyên leşkerên hevpeymaniyê bi zarok û xelkê Rojavayê Kurdistanê re wiha nivîsand:

“Her li ku derê û kengî DAIŞ li hember baregehên me bibe xeterî, em bi hevalbendên xwe yên li Sûriyê re dê li hember wan operasyonan li dar bixin. Hemû tevgerên me yên li Sûriyê li ser armanca me ya domdar a binxistina DAIŞê û parastina hêza me ye.”