Peyama Mehmet Sîmsek a bi Kurdî netewperest hêrs kir!

01 tîrmeh 2023 15:32
Peyama Mehmet Sîmsek a bi Kurdî netewperest hêrs kir!

PeyamaKurd Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ku Cejna Qurbanê bi Kurdî û Erebî pîroz kir, ji aliyê ÎYÎ Partî û derdorên Partiya Serkeftinê ve rastî bertekên xwe hat.

Şîmşek di roja ewil a Cejna Qurbanê de li ser hesabê xwe yê twitterê bi çar zimanên Tirkî, Kurdî, Erebî û Îngilîzî peyama pîrozbahiyê weşand.

Dema ku ev nivîsa Şîmşek ji aliyê gelek kesan ve ha ecibandin, neteweperest jî hêrs kir.

Çend bertekên li ser vê posta Mehmet Şîmşek wiha ne:

Endamê GÎKê yê ÎYÎ Partiyê Fatîh Koca:

"Mehmet Şîmşekê ku bi firotina welatîbûnê hewl dide ku aboriyê baş bike, Cejna Qurbanê li mişteriyên xwe pîroz dike. Birêz Wezîr, di xala 3emîn a Destûra Bingehîn a me de bi awayekî eşkere dibêje ku zimanê dewleta me Tirkî ye."

Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Sevda Gul Tuncer:

“Ev ne gerdûnîbûn e. Ji ber ku dewleta Kurdî tune ye, tweetek e ji bo hemwelatiyên Komara Tirkiyê. Erebî ji ku tê? Xewna neo-Osmaniyetiye. Em ê nehêlin demografiya me xerab bibe. Komara Tirkiyeyê dewleteke neteweyî ye. Zimanê fermî yê dewletê Tirkî ye.”

Parlamenterê berê yê ÎYÎ Partiyê Aytun Çiray:

“Ev ji bo kesên ku êrîşî CHPê kirin e. Bi montajan birêz Kiliçdaroglu wek PKKyî îlan kirin. Kî zane ger bi Kurdî cejnek pîroz bikira wê çi îftîra bihatana kirin. Yanî pirsgirêk ew e ku toleransa li hemberî AKPê tê kirin, ji CHPê re nayê nîşandan. AKP dikare nameya APO bi kesane bixwîne... Dikare li Osloyê bi PKKê re tevbigere… Dikare bi HDPê re li ser Destûra Bingehîn muzakere bike… Ger CHP partiya qanûnî ya rewa jî silav bike, ew PKKyî ye! Ev jî heqareta Kurdan e.”

Levent Ozeren:

“Zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê Tirkî ye. Destûr wiha dibêje. Ma hûn Destûra Bingehîn wek "karmendê fermî" yê vê dewletê qebûl nakin?"

Endamê Lijneya Rêveberiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê Murat Noyan:

“Zimanê fermî yê dewleta me Tirkî ye ku di xala yekem a 3yemîn a Destûra Bingehîn de ev yek bi zelalî hatiye diyarkirin. Her kes dikare peyama cejnê bi zimanê xwe yê zikmakî binivîse. Ji Batmanê jî Mehmet Şîmşek dikare binivîse. Lê eger Wezîrê Dewleta Tirk binivîsîne, wê bertek jê derkeve! Bi taybetî jî dema ku travmaya pêvajoya Çareseriyê nehatiye derbaskirin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Mustafa Şukruoglu:

“Birêz Wezîr dema we got “Em ê şefaf bin”, kar ber  bi aliyekî din ve çû! Em bi bîr tînin Birêz Wezîr; “Komara Türkiye li gor Nirxen Weqfa 1923an Netewe-Dewletek e; Xelkê wê yekta ye, navê wî Tirk e û zimanê wî jî Tirkî ye!”