Ji bo serjimariya gistî ya Iraq û Kurdistanê komîsyon hat avakirin
PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê ji bo serjimêriya giştî ya Iraqê avakirina Komîsyona Bilind a Serjimêriyê ragihand û diyar kir ku wê serjimêrî li Herêma Kurdistanê jî were kirin.
Wezareta Plandanînê ya Iraqê îro Sêşemê 24ê Çile eşkere kir, Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Niştecihan û Niştecibûnê li Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Mihemed Elî Temîm hatiye avakirin.
Di daxuyaniya Wezareta Plandanînê de hat gotin, “Hikûmetê girîngiyeke mezin dide pêkanîna serjimêriya giştî ya xelkê û kar dike ji bo dirustkirina mercên pêwîst û diyarkirina roja guncaw ji bo pêkanîna serjimêriya giştî.”
Wezaretê da zanîn ku wê serjimariyê li Herêma Kurdistanê jî bê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, serjimariya dawî ya Iraqê di sala 1997an de hatibû kirin ku niha tê texmînkirin nifûsa giştî ya Iraqê 42 milyonan derbas kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin