Li Iraq û Kurdistanê serjimariya gistî di sala 2020an de tê kirin
31 adar 2019 17:13
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebdulzehre Hîndawî ragihand ku amadekariyên serjimariya giştî li Iraq û herêma Kurdistanê têne kirin.
Hîndawî îro 31ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku proseya serjimariya giştî li Iraq û Kurdistanê li gor plana hatiye danîn û di dema xwe de dê birêve biçe.
Ebdulzehre Hîndawî daxuyakirin ku fermanek wezeretê bo pêkanîna odeya operasyonên serjimêriya giştî ya rûniştvan û xaniyên Iraq û herêma Kurdistanê derketiye dê bi beşdariya nûnerê herêma Kurdistanê birêve biçe.
Tê çaverêkirin odeya operasyonê amadekariyên bo serjimariya giştî ya rûniştvan û xaniyên Iraqê û herêma Kurdistanê, di sê mehên dawiya sala 2020an encam bide.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dîroka serjimariya gistî ya Iraq û Kurdistanê diyar bû
06 adr 2024
Cîhan
Ji bo serjimariya gistî ya Iraq û Kurdistanê komîsyon hat avakirin
24 rbn 2023
Jiyan
Serokomarê Iraqê yasaya ji bo 3 salan a budçeya gistî ya Iraqê îmze kir
21 hzr 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin