Ji bo parastina ‘Kurdan' pêsniyara sandina hêzen ‘Blackwater’
PeyamaKurd - Xwedî berpirsê kompaniya leşkerên taybet a Amerîkayê Blackwater Eric Prince pêşniyar kir ku li şûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê leşkerên wan werin bicihkirin.
Dema şerê Iraqê jî leşkerên Blackwaterê hatibûn bikaranîn ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê, ji bo Sûriyê jî mijara leşkerên kompaniya taybet hat rojevê.
Xwediyê kompaniya Blackwaterê Eric Prince ji televizyona ‘Fox Business’ ku nêzîkî Trump e re ragihand ku ji bo valahiya hêzên Amerîkayê li Sûriyê were dagirtin û kulfeta aborî kêm bibe ew dikarin leşkerên taybet bişînin bişînin.
Li gor medya Amerîkayê Prince bal kişandiye ser parastina hêzên Kurd û gotiye, “Berpirsiyariyeke Amerîkayê ku demeke dirêj li Sûriyê bimîne nîne. Herwiha difikirim ku nabe hevpeymanên me (hêzên Kurd) yên li herêmê jî tenê bêne hiştin.”
Li gor Prince bi şandina leşkerên taybet re, dê hem Trump soza xwe ya hilbijartinê ya derketina ji Sûriyê bich werîne hem jî parastina wê herêmê dabîn bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin