Wê Brîtanya di civîna NATO de pêsniyara sandina hêzê bike

30 rêbendan 2022 20:45
Wê Brîtanya di civîna NATO de pêsniyara sandina hêzê bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson li ser krîza navbera Rûsya û Ukraynayê ku gihîştiye asta şer ragihand ku wê Brîtanya ji bo piştevaniya hêzên NATOyê pêşniyara şandina hêza leşkerî ya Brîtanî bike.

Ofîsa Serokwezîrtiya Brîtanyayê rdagihandiye ku li gorî pêşniyara di civîna NATO ya ya hefteya bê de were kirin, wê hêzên Brîtanyayê yên li Ewropayê hatine bicihkirin hejmara wan du qatan were zêdekirin.

Medya Brîtanyayê jî daye xuyakirin ku Johnson bi vê daxuyaniyê peyameke hişk daye Serokê Rûsya Vldamîr Pûtîn ku ev hemle plana peyameke zelal e bo Kremlînê.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî îro Yekşemê li ser îhtimala dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ragihandiye ku ti planeke wan a şandina hêzê bo Ukraynayê nîne, ji ber ku Ukrayna her çiqas şîrekeke baş be jî ne endama NATO ye.