Beriya civîna NATO li Enqereyê 209 kes hatin desteserkirin
Li Enqereyê meha bê serkirdeyên welatên ku endamên NATOyê ne wê kom bibin lê beriya kombûnê polês li bajêr operasyon li dar listen û 209 gumanbaran desteser kirin.
|
Türkçe
RûpelNews - Serdozgeriya Enqereyê ragihand der barê 241 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn û heta niha 209 gumanbar hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniya serdozgeriyê di nav kesên desteserkirî de gumanbarên ji rêxistinên wek DAIŞ, DHKP/C, MLKP hene.
Hat ragihandin ji bo girtina gumanbarên din xebatên tîmên polêsan didom e.
Serkirdeyên welatên endamên NATOyê 7 û 8ê Tîrmehê dê li Enqereyê kom bibin. Beriya kombûnê asaîşa Tirkiyeyê li bajêr tedbîrên berfireh girtin û rênimayên heyî zêdetir kirin.
