Beriya civîna NATOyê Rûsya êrîş li Kîevê kir: 9 kes mirin

06 tîrmeh 2026 13:13

Rûsyayê êrîş birin ser Kîeva paytexta Ukraynayê. Di êrîşan de 9 kes hatin kuştin û 46 kes jî birîndar bûne.

Beriya civîna NATOyê Rûsya êrîş li Kîevê kir: 9 kes mirin

RûpelNews - Ber bi nêzîkbûna destpêka lûtkeya NATOyê ya li Enqerê ku sibê dest pê dike Rûsyayê êrîşeke hewayî bir ser Ukraynayê.

Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitschko ragihand ku êrîş ji saet 02.45an ve li gorî dema herêmî berdewam dikin.

Klitschko ragihand ku blokên apartmanan li navçeyên Podil û Darnitskiy ên Kîevê zirar dîtine û li herêman operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Bajarê Kîevê Timur Tkachenko diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên mûşekî yên ku sivîlan dike armanc, didomîne.

Di êrîşan de 9 kes hatin kuştin, û 46 kes jî birîndar bûn.

Rûsya: Êrîş li ser tesîsên leşkerî û enerjiyê hatin kirin

Di daxuyaniyekê de derbarê êrîşan de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku tesîsên leşkerî û enerjiyê yên li Ûkraynayê hatine kirin hedef. Wezaretê îdia kir ku êrîş wek bersivdayîn ji bo êrîşên li ser binesaziya sivîl a li ser axa Rûsyayê hatine pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê di dema şevê de ji bejahî, hewa û deryayê çekên dûravêj û pir-deqîq û firokeyên bêmirov ên çekdar bi kar anîne.