Ji ber êrisan karmendên NYyê nikarin biçin Minbic û Kobanê
24 berfanbar 2024 18:52
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî ragihand ku karmendên wê ji ber rewşa ewlehiyê nikarin xwe bigihînin Minbic û Kobanê.
Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna jî zehmet e ji bo 40 hezar kesên ku li 215 navendên rewşên awarte dimînin.
Ofîsa NYyê diyar kir ku ji ber cê rewşa ewlehiyê 2 hefte ye ku karmendên wê nikarin xwe bigihînin bajarên Kobanê û Minbicê.
Ofîsê her wiha destnîşan kir ku rewşa tevlihev a li Rojavayê Kurdistanê xebatên mirovî asteng dike.
Nûnerê NYyê Sûriyeyê Geir Pedersen gotibû nedîtina çareseriyeke siyasî di navbera HSD û çekdarên ANSyê yên bi ser Tirkiyeyê ve encamên xerab ji bo tevahî Sûriyeyê dê bi xwe re bînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin