Davutoglu ji Bahçeli re: Ji ber hûn nikarin biçin Diyarbekirê, hûn nikarin ji halê Kurdan fam bikin
PeyamaKurd – Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, bersiva rexneyên Serokê MHPê Devlet Bahçeli yên derbarê Pirsa Kurd de vîdeoyek da û diyar kir: “Ji ber ku hûn nikarin biçin Diyarbekirê, hûn nikarin ji halê Kurdan fam bikin.”
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli, roja Çarşemê 15ê Hezîranê ji ber serdana wî ya Diyarbekirê û axaftinên wî yên derbarê Pirsa Kurd de, bi awayekî tund êrîşî Davutoglu kir û ew wek “parêzvanê daxwazên PKKê” tohmetbar kir.
Serokê Giştî yê MHPê di berdewamiya axaftinên xwe de çend caran ji bo Davutoglu peyva Kurdî ya “Serok” bi kar anî û got: “Serok niha bi awayekî vekirî bi karta xwe dilîze û bi qasî parastina tezên PKKê daketiye. Serok Ahmet belaya Tirkiyê ye, fermanberek e ku tê emirkirin, ew şewatgerekî siyasî ye bi rabirdû û paşeroja xwe re.”
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li ser hesabê xwe yê YouTube bi vîdeoyekê bersiva Bahçeli da û got: “Pirsgirêka we ne zimanê we ye, dilê we ye. Eger min niha akademîsyenî bikira, min ê ji xwendekarekî xwe bixwesta ku li ser we lêkolînê bike. Ez gihîştim encamekê; pirsgirêka we bitenêbûn e. Mirov şîfayê mirovan e birêz Bahçeli. Ji ber hûn tevlî mirovan nabin, wek mînak ji ber ku hûn nikarin biçin Diyarbekirê, hûn nikarin halê Kurdan bizanin. Me got zimanê dayikê. Zimanê zikmakî diyariya Xwedê ye ji mirovan re. Me çi got, me got demokrasî di rêveberiyên herêmî de. Em him li dijî KCKê ne him jî li dijî qeyûman. Me çi got, me got pêşketina aborî li rojhilat. Em dixwazin tiştê li rojavayê Tirkiyê li rojhilat jî hebe.”
Herî dawî da zanîn: “Demek berê kesek hebû ku gul dida serê terorê, niha ji te re dibêje hevalê min. We ji bo şandina nameyekê ji bo Îmraliyê ji bo serkeftina di hilbijartinekê de tiştek negot. Dema em dikevin 100 saliya komara me ya li Tirkiyê, pêwîstî bi siyaseteke paqij heye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin