Heta 24 saetan parêzer nikarin biçin cem siyasetmedarên hatine binçavkirin

25 îlon 2020 17:24
Heta 24 saetan parêzer nikarin biçin cem siyasetmedarên hatine binçavkirin

PeyamaKurd – Îro 25ê Îlonê beyaniyê bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Enqerê li gelek bajaran şaredar, rêveber û parlamentarên HDPê bi hinceta bûyerên 5-8ê Cotmeha 2014an ên bo Kobaniyê hatin binçavkirin.

Serdozgeriyê biryara girtina 82 kesan dabû ku piraniya wan dema bûyerên 2014an rêveberên Desteya Navendî yên HDPê bûn.

Piştî destpêkirina binçavkirinan û serdegirtina malan serdozgeriyê ragihand ku parêzer nikarin heta 24 saetan bi kesên binçavkirî re hevdîtinê bikin û wekî hincet jî îhtimala reşkirina delîlan hat nîşandan.

Hin siyasetmedarên HDPê yên hatine binçavkirin ev in: Parlamenterê berê yê  HDPê yê Enqerê û Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Qersê Ayhan Bilgen, Ayla Akat Ata, Endamê Komîsyona  Karên Derve yê HDP'ê Nazmi Gur, endamên berê yên MYK'a HDP'ê Berfin Kose, Emîne Ayna, Bircan Yorulmaz, Can Memiş û Gulfer Akkaya, parlamenterê berê yê HDP'ê Altan Tan, endamê MYK'a HDP'ê Alp Altınors, Berdevkê HDP'ê yê berê Gunay Kubilay, Endamê RTUK'a HDP'ê Ali Urkut, Perihan Koca, Beyza Ustun, Dilek Yagli, Pervin Oduncu û Cihan Erdal