Îtalya: Ji Cîgirê Serokwezîr ku penaberan di deryayê de hist 6 sal ceza tê xwestin

15 îlon 2024 22:29
Îtalya: Ji Cîgirê Serokwezîr ku penaberan di deryayê de hist 6 sal ceza tê xwestin

PeyamaKurd - Dozgeriya Îtalyayê, di doza ku 5 sal berê di derbarê Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Salvînî de ji ber ku benderan ji keştiya koçberan re venekiribû de 6 sal cezayê girtîgehê xwest.

Salvîniyê ku wê demê wek Wezîrê Navxweyî û Cîgirê Serokwezîr kar dikir, polîtîkaya girtina benderên Îtalyayê ji bo alîkariya keştiyên ku koçberan hildigirin pêk nehanîbû.

Keştiya alîkariyê Open Arms ku di Tebaxa 2019an de li Derya Spî nêzî 160 kes rizgar kiribû, ji ber siyaseta Salvînî di deryayê de asê mabû, lê piştî 19 rojan bi biryara dadgehê karîbû li bikeve bêndera girava Lampedusa ya Îtalyayê.

Di doza ku roja şemiyê li girava Sîcîlyayê hat vekirin de, dozgeriyê ji bo Salvînî bi hinceta binçavkirina mirovan û îstîsmara desthilatdariyê 6 sal cezayê girtîgehê xwest.

Tê payîn ku dadgeh, di dawiya salê de biryara di derbarê Salvini de bide.