Serokwezîr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê rojev nirxand in
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro peywendiyeke telefonî ligel Jan Jambon، Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belçîkayê encam da. Di vê peywendiyê de asoyên hevkariya dualî û geşedanên dawî yên rewşa Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
RûpelNews - Di dema peywendiyê de, Serokwezîr spasiya Belçîka û welatên Yekîtiya Ewropayê kir ji bo helwestên wan ên piştgiriyê, bi taybetî di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de bo rûbirûbûna herêşe û metirsiyên rêxistina terorîst a DAIŞê. Barzanî tekezî li ser girîngiya berdەvamiya vê hevkariyê kir da ku asayîşeke mayînde were dabînkirin.
Belçîka: Em piştgiriya aramiya Herêmê dikin
Jan Jambon jî helwesta welatê xwe ya piştgiriya ji bo asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê dubare kir û diyar kir ku Belçîka giringiyeke mezin dide pêşxistina peywendiyên aborî û siyasî ligel Herêmê bi şêوweyekî ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan bike.
Nêrîna hevbeş ji bo aştiya herêmî
Di dawiya gotûbêjan de, her du alî li ser pêwîstiya parastina aştî û aramiya li herêmê û hevahengkirina helwestan li beramberî guherînên bilez ên li Îraq û Rojhilata Navîn li hev kirin، da ku herêm ji siha şer û pevçûnan were dûrxistin û paşerojeke baştir ji bo gelan were dabînkirin.
