Serokwezîr, Cîgirê Wezîrê Derve yê Yûnanistanê qebûl kir

07 hezîran 2026 11:28

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 7ê Hezîrana 2026an, pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Harry Theoharis kir, ji bo gotûbêjkirina rêyên xurtkirina peywendiyên navbera Herêmê û Komara Yûnanistanê.

Serokwezîr, Cîgirê Wezîrê Derve yê Yûnanistanê qebûl kir

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêmê, her du aliyan asoyên hevkariya hevbeş nirxandin û li ser giringiya xurtkirina peywendiyên dualî di gelek warên girîng de li hev kirin.

Di serî de warên wekî danûstandina bazirganî, geştyarî, çand, şûnwar û her wiha di warê tenduristiyê de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan bike.

Ewlehî û aramiya herêmî

Her wiha di hevdîtinê de, dawîn geşedan û guherînên siyasî li ser asta Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin. Serokwezîr û berpirsê Yûnanî tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin, ku wekî bingehekî sereke ji bo pêkanîna geşepêdan û pêşketina aborî û civakî tê dîtin.

Ev hevdîtin di çarçoveya hewildanên berdewam ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê, ji bo xurtkirina pêwendiyên dîplomatîk û aborî li gel welatên Ewropî û berfirehkirina asoyên hevkariya navdewletî.