Îtaliyê 101 salî ku serê cîhanê jî dîtiye ji vîrusê bas bû û sandin mal

28 adar 2020 01:05
Îtaliyê 101 salî ku serê cîhanê jî dîtiye ji vîrusê bas bû û sandin mal

PeyamaKurd – Li welatê Îtalya ku rojane bi sedan kes ji vîrusa koronaya nû Covid-19 can didin, nexweşekî 101 salî bû hêvî û sembol ji welatiyên îtalî re.

Kesê bi navê Signor P yê 101 salî piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneyeke Îtalyayê ji Covid-19 baş bû û ew şandin mala wî.

Signor Pyê ku di sala 1919an de hatiye dinê, şewba Îspanî ya ku bi milyonan kes pê mirine û şerê duyem ê cîhanê jî dîtiye û niha jî li hemberî vîrusa koronayê bi ser ket.

Niha ew kalemêr li Îtalyaya ku demên gelekî zehmet derbas dike bûye sembol û hêviyek ku piştî tedawîya xwe testên wî negatîv derketine û ew şandine mal.

Li gorî amarên 24 saetên dawî ku îro hatin ragihandin, li Îtalyayê di rojekê de 969 kesan ji vîrusa koronayê can da û hejmara giştî ya miriyên ji vîrusê gihîşt 9 hezar û 134 kesan ku ev hejmara herî zêde ya li seranserê dinyayê ji bo welatekî ye.

Li aliyê din wezîrê derve yê berê yê Îtlayayê Matteo Salvini jî Covid-19 wekî vîrusa Çînê bi nav kir û got ku Çîn nexweşîna vîrusê ji dinyayê veşartiye û sucê mirovatiyê kiriye.