Zarokê 12 salî bi tena serê xwe derkete tura cîhanê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Avusturalyayê zarokekî 12 salî karta diya xwe ya pera bi dizî hilda û bi tena serê xwe çû Endonezyayê.
Di çapemeniya Avusturalyayê de van roja mijar lawikê 12 salî yê bi navê Drew e. Drew li ser mijara tetîlê bi dayika xwe re şer dike û dixe serê xwe ku bi tenê biçe tetîlê. Ji bo vê jî rojekê karta ya dayîka xwe hildide û bi gotina ku diçe dibistanê ji malê dertê. Piştê demeke kurt albata wî pê dihese ku lawikê neçûye dibistinanê çû Endonezyayê tetîlê.
Drew piştê rêwititya bi trên û balefirê digihêje girava Endonezyayê ya bi bi navê Bali. Li wir di otêlê de bicih dibe. Malbata Drew bi alikariya polîsan 5 roj şûnde kurê xwe li Endonezyayê dibînin û tînin malê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin