Îsraîlê bi belavokên dijî hebûna Hizbûllahê hisyarîya êrîsên nû da rejîma Sûriyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê ku gelek caran li nav erdên Sûriyê êrîşan li ser hêzên Hizbûllaha Lubnanê û komên milîsên Îranî pêk tîne, bi balafiran belavokên hişyariyê li Sûriyê belav kirin.
Li gorî nûçey rojnameya Şerq El Ewset balafirên bêmirov ên Îsraîlê di 2 rojên borî de belavok li parêzgehên Quneytera, Dera û başûrê Sûriyeyê belav kirin.
Hat diyarkirin ku di belavokan de hişyarî bo fermandar û endamên artêşa Sûriyeyê hatiye dayîn ku hebûna hêzên Hizbullahê piştguh nekin.
Hatiye gotin ku ev belavok û hişyarî, tê maneya ku wê Îsraîl li dijî cihên belavbûna Hizbullaha Lubnanê yên li nêzî Colana li nav axa Sûriyê êrîşên nû pêk bîne.
Di belavokan de wiha hatiye gotin: “Em hebûna Hizbullahê li baregeha Til Hara ya leşkerî û hevkariya bi çi rewşê dibe, qebûl nakin. Hizbullah xwe li herêmê berfireh dike, hebûna wê karesat û wêranî ye û di serî de hûn ê zirarê bibînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin