Îsraîl û Îmarat li ser avakirina xeteke petrolê gotûbêjan dikin
PeyamaKurd – Medya fermî ya Îsraîlê ragihand ku li ser avakirina xeta petrolê di nav bera Îsraîl-Îmaratê de danûstandin têne kirin ku ew xet di nav Erabistana Siûdî re derbas dibe.
Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihandiye: “Rayedarên Îsraîlê bi rayedarên Îmaratê re li ser mijara avakirina xeta petrolê ya navbera her du welatan ku di nav Erabistana Siûdî re derbas bibe û bigihîje bendera Îlat bi rêya Deryayê Sor û ji wir heta bendera Asqelan biçe, gotûbêj kirin.”
Herwiha hat diyarkirin ku ew proje dê ji bo veguhastina petrolê ji sûkên Ewropayê re gelek guncaw be û hat gotin, “Ev xet dê lêçûna veguhestina petrolê bi rêya kanala Siwês kêm bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin