Wezîrê Îsraîlê plana avakirina Xezeyê pêskes kir

13 îlon 2021 23:23
Wezîrê Îsraîlê plana avakirina Xezeyê pêskes kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Israîlê Yair Lapid, ji bo başkirina rewşa xelkê Xezeyê planek pêşkêş  kir û got, divê li hemberî vê pêngavê Tevgera Hemasê pêbendê agirbestê be.

Wezîrê Derve yê Israîlê Yair Lapid li Zanîngeha Reichman a Herzilya di kongreya derbarê ewlehiyê de ragihand ku armanca wan ji vê planê ew e ji bo xelkê Filistînê pêşan bidin ku bizanibin sedema hejarî û nebûna derfetên kar vedigere dijayetiya Hemasê ya li hember Îsraîlê.

Yair Lapid diyar kir, ji mêj ve du bijarde li pêşiya wan hene, yan divê Xezeyê kontrol bikin, yan herdem di metirsiya gefan de bijîn û plana bi navê, "Aborî li hember ewlehiyê" pêşkêş kir. 

Lapid da zanîn, ew daxwaza danûstandina ligel Hemasê nakin, ji ber rêxistineke "terorê" ye û armanca wê jinavbirina Îsraîlê ye û diyar kir, plana wî ne siyaseta hikûmetê ya fermî ye, lê Serokwezîr Naftali Bennet pişgiriya wê dike.

Hat diyarkirin ku yekem pêngava plana Lapid avakirina binesaziya Xezayê ye, wek çêkirina elektrîk, gihandina xazê, avakirina santraleke şêrînkirina avê û herwiha başkirina xizmetguzariyên tenduristî ye. Lapid got, roleke girîng a Misrê û civaka navdewletî  heye, daku bihêlin Hemas pêbendî agirbestê bibe.