Joe Biden: Divê Îsraîl li sehayên petrolê yên Îranê nexe

05 cotmeh 2024 01:40
Joe Biden: Divê Îsraîl li sehayên petrolê yên Îranê nexe

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Joe Biden ragihand ku Îsraîl amadekariya tolhildana xwe ya ji Îranê dike lê divê li sehayên petrolê yên Îranê nexe. Biden got:

“Em bi Îsraîlê re daîma di nav têkiliyan de ne. Wê di mijara bersiva Îranê de yekser biryayê nede. Divê Îsraîl ji bilî lêdana sehayên petrolê yên Îranê, li alternatîfan bigere.”

Li ser êrîşa Îranê ya bi fuzeyan ku avêt ser axa Îsraîlê, Îsraîl îro kabîna şer civand û biryara tolhildanê da. Lê negot wê bersivekî çawa bidin Îranê.