Trump: Divê Îsraîl êdî êrîş li Lubnanê neke

14 hezîran 2026 19:05

Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî êrîşa ku vê sibehê ji aliyê Îsraîlê ve li ser Beyrûta paytexta Lubnanê hat kirin da û got: "Divê ev êrîş nebûya, êdî Îsraîl êrîşan neke."

Trump: Divê Îsraîl êdî êrîş li Lubnanê neke

RûpelNews -Trump li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê peyamek weşand.

Serokê Amerîkayê got: "Diviyabû êrîşa vê sibehê ya li ser Beyrûtê çênebûya, bi taybetî di rojeke wisa taybet de ku em ewqas nêzîkî peymaneke aştiyê ya bi Îranê re ne."

Trump ragihand ku mafê parastina Îsraîlê heye ku li hember êrîşan xwe biparêze lê belê, êrîşa tolhildanê pir biçûk û bêqîmet bû, kes birîndar nebû an nehat kuştin, û diviyabû ku ev yek vê pêvajoya girîng xera nekira.

Trump diyar kir ku ev nêzîkî wê peymanê bûne ku wê aştiyê bîne herêmê ku Lubnan jî tê de ye û divê êdî Îsraîl êrîşan neke.

Trump di peyama xwe de banga aştiyê kir û wiha got: "Ev dikare bibe destpêka aştiyeke dirêj û xweş, werin em wê xera nekin."

Îsraîlê êrîşên hewayî li ser navçeya Dahiye ya li Beyrûtê paytexta Lubnanê û başûrê welêt pêk anîbûn, ku di encamê de herî kêm 8 kes hatibûn kuştin.