Hecma bazirganiya navbera Îsraîlê û Îmaratan giha 700 mîlyon $ an
PeyamaKurd – Piştî têkiliyên navbera Îmaratan û dewleta Îsraîlê xweş bûn û peyman di navbera wan de hat îmzekirin, di nav 10 mehan de hecma bazirganiyê ya navbera her dû dewletan gihaye 700 mîlyon dolaran.
Wezîrê karên derve yê Îsraîlê seredana Abû Dabiyê kiribû û li wê derê bo ajansa WAM ê ya Îmaratan, di babeta têkiliyên dewleta xwe û Îmaratan agahiyan dabû. Li gor ragihandina wezîr Yair Lapid; piştî îmzakirina peymana di êlûna 2020 an de, hecma bazirganî ya di navbera her dû dewletan de zêde bûye û di nav 10 mehan de gihaye 675 mîlyon dolaran.
Yair Lapid ragihandiye ku di wextên pêş de, dê ev hecma bazirganî çend car li ya îro zêdetir bibe.
Bazirganiya her dû dewletan bêhtir di seha teknolojiyê de, di warê ya sîberî, enerjiya xwe nûh dike, ewlehiya avê, tenduristî û di hin sehayên din de ne.
Yair Lapid di seredana xwe de konsulxaneya Îsraîlê li Abû Dabiyê û di pey de li Dubaî vekiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin