Îsraîl: Em dê 3 hefteyên din jî erîşî Îranê bikin
Îsraîlê derbarê şerê li dijî Îranê de ragihand ku ew ê 3 hefteyên din jî êrîşên xwe berdewam bikin.
RûpelNews - Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Lîwa Nadav Şoşanî got plan kirine ku herî kêm 3 hefteyan operasyonên leşkerî li dijî Îranê li dar bixin.
Şoşanî destnîşan kir ku bi hezaran cîh hene ku divê li nav Îranê bên lêdan.
Piştî vê daxuyaniyê, di 16ê Adarê de li dijî sê bajarên herî mezin ên Îranê êrîşên hewayî hatin kirin. Tê ragihandin ku baregeha dezgeha elektrîkê ya li Qada Şehîdan a Tehranê bûye armanc.
Piştî van êrîşan Îranê jî êrîş bir ser navenda neftê ya Fujairah li Îmarat û balafirgeha navdewletî ya li Duaiyê.
Di êrîşa li ser paytexta Îmaratê de welatiyekî filistinî jiyana xwe ji dest da.
