Îsraîl: “Eger pêwist be, em ê hereketa leskerî bikin ser Îranê”

27 sibat 2025 02:51
Îsraîl: “Eger pêwist be, em ê hereketa leskerî bikin ser Îranê”

PeyamaKurd – Îsraîlê li hemberê bernama Îranê ya nuklerî, Îranê tehdîd kir û got eger pêwistbe, wê hereketa leşkerî bikin ser Îranê.

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar got ku divê li hemberê bernama nuklerî ya Îrane alternatîva leşkerî hebe û Îrane tehdîd kir. Saar ragihand ku bernama nuklerî ya Îranê ewlehiya herêmê tehdîd dike û ger îcab bike, wê Îsraîl hereketa leşkerî bike ser Îranê.

Saar, di wexta seredana xwe ya fermî ya Brukselê de, di hevpeyvîna bi kovara "Politico" re daxwuyaniyên xwe ji bo bernama nuklerî ya Îranê da.