Îsraîl: Emê nehêlin Îran ji hêla leskerî li Sûriye û Iraqê bicih bibe

26 berfanbar 2019 00:07
Îsraîl: Emê nehêlin Îran ji hêla leskerî li Sûriye û Iraqê bicih bibe

PeyamaKurd - Sererkanê artêşa Israîlê Efîf Koxafî ragihand, ew ê nehêlin ku ji aliyê leşkerî ve Îran li Sûriyê û Iraqê xwe bi cih bike û got, dibe ku cihên Îranê yên li wan welatan hedef girtin.

Efîf Koxafî destnîşan kir ku di şerê mimkun ê di dema pêş de wê Îsraîl neçar be ku herêmên Îranê yên li Sûriyê û Iraqê bike hedef û diyar kir, divê hêza Îranê ya li Sûriyê û Iraqê bê şikandin.

Sererkanê Îsraîlê herwiha got, “Di encama şerê navxweyî yê Iraqê de, herêm bê serwerî maye, feyleqa Qudisê li wir çalak bûye û gelek çek derbasî herêmê bûn.”

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî du roj berê ragihandibû ku li derdora Şamê û gundewarên wê dengê 3 teqînan hatiye bihîstin ku hat texmînkirin Îsraîlê hin deverên Îranî yê li derdora Şamê kirine armanc û 3 kes jî hatibûn kuştin.