Îsraîlê sedema vekisîna ji Xan Yûnisê eskere kir: Hemas ji hêla leskerî ve...

08 nîsan 2024 22:24
Îsraîlê sedema vekisîna ji Xan Yûnisê eskere kir: Hemas ji hêla leskerî ve...

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant, derbarê şerê li bajarokê Xan Yûnis ê dikeve başûrê Xezzeyê got ku êdî ji hêla leşkerî ve Hemam li wir nema ye û leşkerên îsraîlî ji wir vekişîyane.

Yoav Gallant, herwiha wekî sedema vekişîna ji Xan Yûnisê ku nêzî 4 meh in operasyon dewam dikirin jî diyar kir ku ji bo amadekariyên operasyona ser Refahê ew vekişîn pêk hatiye.

Li aliyê din berdiviya Artêşa Îsraîlê jî ragihandiye ku Tumena 98. a li Xan Yûnisê erka xwe temam kiriye û ji şeva borî ve jî bi temamî ji wir vekişiyaye. Herwiha hatiye gotin ku wê tenê Lîwaya Nahal li Şerîda Xezzeyê erka xwe dewam bike.