Îsraîlê 3 otomobîlên Hizbûllahê bombe kir: Fermandarek hat kustin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê 3 otomobîlên Hizbullahê kire armanc ku fermandarekî Hizbullahê jî di êrîşan de hate kuştin. Êrîşên Îsraîlê piştî gefên Hizbullahê û pesendkirina plana operasyona ser Lubnanê zêde bûne.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanê NNA ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê li ser rêya Dêr Kîfayê du otomobîlên ber bi bajarokê Sarîfayê ve diçûn hedef girt û ambûlans sewqî herêmê kirin ku li gorî zanyariyan di êrîşê de kesek mir. Piştre jî Îsraîlê li bajaroka Humîne el-Fevkayê wesayîtek kir armanc.
Herwiha artêşa Îsraîlê ragihandiye ku li herêmên Hûle û Talûsa yên başûrê Lubnanê jî du depoyên çekan ên Hizbullahê hatine bombekirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de, hate diyar kirin ku li başûr jî li herêmên Meys El Cebel, Aytarûn û Yarûn wan êrîşî navendên leşkerî yên Hizbullahê kiriye.
Hêjayî gotinê ye, di şer û pevçûnên li ser sînorê bakurê Îsraîlê de 10 sivîl û 15 leşkerên Îsraîlê mirine û li gorî çavkaniyên Hizbullahê jî 342 endamên wan hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin