Îsraîlê ragihand: Armanceke krîtîk hatiye bombebarankirin
Îsraîlê pêleke nû ya êrîşên ku li dijî Tehran a paytexta Îranê û Beyrût a paytexta Lubnanê, dest pê kiribû, temam kir. Hat ragihandin ku êrîşan navendên fermandariyê yên girêdayî Fîrqeya Lubnanê ya Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran li Beyrûtê kirine armanc.
RûpelNews - Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê pêlên nû yên êrîşan li Tehrana paytexta Îranê û Beyrûta paytexta Lubnanê, cihê ku lê operasyonan dimeşîne, temam kirine.
Daxuyaniya artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşên nû li dijî paytextên Îran û Lubnanê hatine pêkanîn.
Her çiqas hatibû ragihandin ku li Tehranê hedefên rejîma Îranê hatine lêdan, hat destnîşankirin ku li Beyrûtê navendên fermandariyê yên Girêdayî Fîrqeya Lûbnanî ya Hêza Qudsê ya Supaya Pasdaran hatine hedefgirtin.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku yek ji navendên fermandariyê yên ku li Beyrûtê hatine kirin armanc, wek xaleke peywendiyê di navbera Hizbullaha Lubnanê û Îranê de kar dikir.
Wekî din, daxuyaniyê îdia kir ku berpirsên payebilind ên Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û du baregehên ku hevrêziya bi Hizbullaha Lubnanê re hêsan dikirin, hatine lêdan û ragihand ku hêzên deryayî yên Îsraîlê baregeheke çavdêriyê ya Hizbullaha Lubnanê kiriye armanc.
