Amerîka û Îsraîlê, li Iraqê Heşdî Şebî bombebaran kir

07 nîsan 2026 08:33

Hat ragihandin ku balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê li Iraqê binkeyên Heşdî Şebî bomberan kirine.

Amerîka û Îsraîlê, li Iraqê Heşdî Şebî bombebaran kir

RûpelNews - Li gorî zanyariyan, balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê li dijî hêzên Heşîê Şebî yên ser bi Îranê ve ku li Iraqê operasyonan dikin, êrîşên hewayî pêk anîne.
Hatiye ragihandin ku Amerîka û Îsraîlê li parêzgeha Enbarê, li rojavayê Iraqê, li ser binkeyên Heşdî Şebî êrîşên hewayî pêk anîne.

Heft êrîşên hewayî hatin pêkanîn

Ajansa Nûçeyan a Iraqê bi gotina Fermandarê Operasyonên Hêzên Heşdî Şebî li Enbarê Qasim Muslîh, ragihand ku êrîşan Fermandariya Operasyonên Hêzên Heşdî Şebî ya Enbarê û Lîwaya 13emîn a Et-Tufuf kirine armanc.

Di nûçeyê de hat gotin ku di heft êrişên hewayî de, binkeyên ragihandinê û hin wesayîtên leşkerî hatine lêdan, ku li herêmên hatine armanckirin zerareke madî çêbûye, lê ti ziyaneke canî nehatiye ragihandin.

Heta niha ne Amerîka û ne jî Îsraîlê derbarê êrişan de daxuyaniyeke fermî nedane.
Di vê navberê de, di rojên dawî de Amerîka û Îsraîlê êrişên xwe yên li ser binkeyên Heşdî Şebî zêde kirine.