Îspanyayê qada asîmana xwe ji balafirên Amerîkayê re girt
Hikûmeta Îspanyayê ji ber êrîşên li ser Îranê tên kirin qada asîmana xwe ji balafirên Amerîkayê re girt.
RûpelNews - Ajansa fermî ya Îspanyayê EFEyê ragihand ku hikûmeta Îspanyayê biryar da ku qada asîmana xwe ji balafirên Amerîkayê re were girtin. Êrîşên li dijî Iran yên Amerîka û Îsraîlê wek hinceta vê biryarê hat nîşandan.
Di raporê de hat gotin ku hikûmeta Îspanyayê ku li dijî şer xwedî helwest e bi vê biryara nû li dijî Amerîkayê gaveke nû avêt.
Her wiha hat destnîşankirin ku balafirên Amerîkî, di vegera xwe ya ji Îranê de, bêyî ku bikevin qada asîmana Îspanyayê, di Tengava Cebelîtariqê (di bin desthilata Brîtanyayê de) re derbas bûn.
Îspanyayê berê red kiribû destûrê bide Amerîkayê ku baregehên deryayî û hewayî yên Rota û Morón de la Frontera bi kar bîne.
