Iraqê qada asîmana xwe ji firîna balafiran re heta 3 rojan girt
Iraqê, ku ji ber şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê asîmana xwe ji bo firînên balafiran re girtibû, biryar da ku sê rojên din jî qada asîmana xwe dê bigire.
|
Türkçe
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Desthilata Hewayî ya Sivîl a Iraqê ve hat weşandin de, hat ragihandin ku ji ber aloziyên berdewam ên li Rojhilata Navîn, biryar hatiye dayîn ku qada asîmana Iraqê ji bo 72 saetên din ji firînan re dê girtî bimîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar dê heta saet 12:00'ê nîvro bi dema herêmî roja Înê, 3'ê Nîsanê, di meriyetê de bimîne.
