Îro 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye

08 adar 2019 17:23
Îro 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye

PeyamaKurd - Îro (08.03.2019) “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” ye. Roja jinan li seranserê cîhanê bi merasîman dihê pîrozkirin.

Wekî ku tê zanîn li  Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 1857an de nêzîkî çil hezar jinên xebatkar ku di kargeheke ristina cilûbergan da dixebitîn, ji bo ku maf û mercên xebatê werin baştirkirin dest ji kar berdan û çalakîyek lidarxistin. Lê di vê çalakîyê da hêzên ewlekarîyê bi tundî bergirî li jinên xebatkar kirin u tahdeyeke  mezin dane jinan. Bi ser da jî agir bi kargehê ket û jinên çalakvan ne karîn xwe xilas bikin û di encama vê bûyera diltezîn da 129 jin ji ber şewatê jîyana xwe ji dest dan. Ji wê rojê bi şunde 8ê Adarê weka “Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” tê pîroz kirin.

Serokwezîr Barzanî: Di nava me da her tim  jinên azad û bi hêz hebûn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyeke parve kir û pirozbahî li jinan kir. 

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe da dibêje, “îro, di roja jinan da silav li hemû jinan. Di nava me da her tim  jinên azad û bi hêz hebûn. Ez spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî hevsera xwe û tevahiya jinên Kurdistanê dikim.”

Today, on International Women's Day, I join you in praising the women of Kurdistan #womenofkurdistan #IWD2019 #BalanceforBetter pic.twitter.com/7H2tCcknWp

— Nechirvan Barzani (@PMBarzani) 8 Mart 2019

Ji aliyê din ve, îro înê bi minasebata 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê daxyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da 8ê Roja Jinan a Cihanê li jinên cihanî û Kurdistanê hatiye pîrozkirin.

'Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim mafên mirovan û wekhevîya jinan di nava civakê de li ber çavan girtiye'

Di daxuyaniyê da hatiye ragihandin ku cihê şanaziyê ye ku rola jinan her tim di tekoşîn û xebatê da hebûye. Di beşekî din a daxuyaniya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê da hatiye gotin:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim mafên mirovan û wekhevîya jinan di nava civakê de li ber çavan girtiye. Her bi wê armanca Desteya Karûbarên Jinan kar li ser mafên jinan kiriye û çavdêriya mafên jinan kiriye.”

Di dawiya daxuyaniyê jî da amaje bi wê yekê hatiye kirin ku parastina mafên jinan erkê, herkesî û aliyê siyasî ye.