Serok Barzanî Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pîroz kir

08 adar 2024 15:06
Serok Barzanî Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pîroz kir

PeyamaKurd – Serok Barzanî Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, bi peyameke li ser tora civakî pîroz kir.

Bi helkefta Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, Serok Mesûd Barzanî îro (Înî, 08.03.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

8”ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li tevaya jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz be. Ez di vê rojê de piştevaniya xwe ji bo mafên jinên Kurdistanê tekez dikim û rolê jinên Kurdistanê di xebat û azadîxwaziya gelê me de bilind dinirxînim.