Serokwezîr Barzanî, li ser Roja Jîngehê ya Cîhanî peyamek belav kir

06 hezîran 2022 02:19
Serokwezîr Barzanî, li ser Roja Jîngehê ya Cîhanî peyamek belav kir

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanî, peyamek belav kir. Serokwezîr di peyama xwe de da zanîn ku pêwîst e her kes bi hev re parastina jîngehê bike.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê, li ser tora medyaya civakî, peyameke pîrozbahiya Roja Jîngehê ya Cîhanî belav kir û bi rêya peyamê daxwaza parastina jîngehê kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, “Di Roja Jîngehê ya Cîhanî de em metirsiyên ku li ser gerstêrkê gef in, nas dikin û ji bo parastina jîngeh û xwezayê, divê em hemû dest bidin hev û din û di nav xweşiyê de bijîn.”