Îro 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar e
PeyamaKurd – Îro 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar e. Li her derê cîhanê ev roj bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Me xwest li ser giringî û kurtedîroka vê rojê, di tekoşîna gelê Kurdistanê de rola jina Kurd û xwedî derketina wê jî bi kurtî pênase bikin
Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857an de Neteweyên Yekbûyî roja 8ê Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar pejirand. Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970ê de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800ê tê. Di 8ê Adara sala 1857an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike.
Di sala 1903an de li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Koalîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Herwiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê pejirandin.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin.
Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Amerîkî, bandor li jinên Ewropayê jî kiriye. Di sala 1910an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar di 19 adara 1911an de li Almanya, Avustralya û Danîmarkayê hat pîrozkirin.
Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpê kir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985an weke "Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, di 16 kanûna 1977an de jî 8 Adarê weke " Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin.
Wekî ku li cîhanê 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanê tê pîroz kirin, li Kurdistanê jî xwedî wateyekî giring e. Berî her tiştî Kurdistan wekî welatekî bindest e û dagirkeriyek navnetewî lê hatiye ferzkirin û ji her aliyekî ve hatiye parçekirin. Di vê wateyê de barê herî giran jî dîsa li ser milê jina Kurd bûye. Hemû êşên ji ber dagirkerî û şerê bi salan bargiraniyeke mezin li ser jina Kurd çêkiriye. Li Kurdistanê jin bûye dayîka êş û kul û derdan.
Lê ji aliyê din ve jina Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di tekoşîna li hember dagirkeriyê, zulm û zordariyê de xwedî helwêst bûye. Xwedî seknekî bi rêxistinî bûye. Di parastina çand û zimanê Kurdî de, li gel hemû siyaseta tinekirin, bişaftin û asîmîlasyona dewletên dagirker jina Kurd bûye kelha parastina çand û zimanê Kurdî.
Herwiha jina Kurd ji Leyla Qasiman heta digêhe bi hezaran lehengên qehreman, li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê gelek pêşengên xwedî helwêsteke hizra netewî derxistin û li hemû qadên jiyanê û tekoşînê de bûn pêşengên bidestxistina mafên demokratîk û netewî. Ji qada şer heta digehe qadên huner, siyaset û dîplomasiyê, jinên Kurd bi awayekî herî çalak cîh girtin û tekoşîna azadiyê de pêşengên herî sereke ne. Ji ber wê jî dirûşma Jin, Jiyan û Azadî wek hêmayê asta serkeftina tekoşîna rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ji dirûşmeyekê wêdetir bû pîvanek.
Jina Kurd tenê ne li hember dagirkeriyê, di heman demê de li hember paşverûtiya nav civaka Kurd de jî bû xwedî helwêst û di civakên modern de çawa asta pêşketin û azadiya civakî bi azadî û pêşketina jina wê civakî ve girêdayî tê pîvan, di vê wateyê de jî jina Kurd asta pêşketina civaka Kurd gîhand asteke gelek pêşketîtir û dikare bê gotin ku jina Kurd tenê ne ji bo Rojhilata Navîn, di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê bû mînaka xwedî helwestbûna dij paşverûtî û asta pêşketina civakê.
Tekoşîna gelê Kurd a li hember dagirkeriyê bi gelemperî berdewam dike. Li herêma Kurdistanê destkeftên giring ên gelê Kurd bi destûra mayînde ya Iraqê ve heta astekê hatine misogerkirin. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî heta astekê rewşeke baş a gelek bi derfet derketiye holê û li wê qadê jî tekoşîn berdewam dike û bi derbaskirina yekrêziya navmala Kurd a li Rojavayê Kurdistanê ve ew destkeft wê misoger bibin û lê bi taybet li Rojavayê Kurdistanê tekoşîna jina Kurd a li hember terorîzmê li Kobanî gihîşt asta herî bilind û jina Kurd li hemû cîhanê bû sembola tekoşîna dijî paşverûtiyê û ji aliyê hemû mirovahiyê ve jî ew maf ji jina Kurd re hate dayîn.
Herwiha li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî tekoşîna gelê Kurd bi awayekî berdewam dike. Gelê Kurd ji bo bidestanîna mafên xwe yên sereke yên wek netew tekoşîna xwe berdewam dike û jina Kurd di tekoşîna hember dagirkeran xwedî rol û bandoreke gelek berçav û çalak e. Ango dikare bê gotin pêşengê tekoşînê ye û bi serbilindî xwedî li nirxên xwe yên netewî, civakî, çandî û mirovî derdikeve.
8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar, di serî de li hemû jinên Kurd ên kedkar û tekoşer û li hemû jinên li her derê cîhanê pîroz be..

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin