Iraqê giliyê Herêma Kurdistanê kir
Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê, giliya Herêma Kurduistanê kir û xwest ku biryara derbarê apartman, daîre û hemû saziyên hikûmî de were betalkirin û ev avahî wekî mal û milkên rejîma Iraqê ne bên hesibandin.
RûpelNews - Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê li Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê li dijî biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gilî tomar kir ku sala 1992yan hatiye dayîn û li ser milk û malên hikûmetê ye.
Li gorî bernameya rûniştinên Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê, rûniştina ewil a li ser vî giliyî dê 10ê Hezîranê were kirin.
Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê giliyê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê kiriye.
Daxwaza betalkirina biryara 1992yan
Li gorî nûçeya Rûdawê, Teyf Samiyê di giliyê xwe de xwestiye ku biryara bi hejmara 3326an a Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî "nedestûrî" were naskirin.
Ev biryar 24ê Çiriya Paşîn a 1992yan hatibû derxistin.
Li gorî giliyê, ew biryar li ser tomarkirina hemû milk û malên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser navê Wezareta Darayî û Aboriyê ye. Berê ev milk li ser navê hikûmeta berê ya Îraqê û Encumena Cîbicîkar a desthilata Beasê bûn.
Ew cihên ku gilî li wan hatiye kirin apartman, daîre û hemû saziyên hikûmî li xwe digirin.
"Bila biryar were betalkirin"
Teyf Samiyê xwest: "Bila ew biryara ku gilî lê hatiye kirin were betalkirin û wekî ku qet nehatibe dayîn were hesibandin. Her wiha bila hemû encamên wê yên yasayî jî werin betalkirin."
Çavkaniyekî berpirs ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê ji got: "Agahiya me ji vî giliyê heye û gihîştiye ber destê me lê heta niha awayê miameleyê nehatiye diyarkirin."
