Iraq | Roja hilbijartinan balafirgeh û deriyên sînoran têne ragirtin

02 cotmeh 2021 23:54
Iraq | Roja hilbijartinan balafirgeh û deriyên sînoran têne ragirtin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 2yê Cotmehê civîneke berfireh ligel Desteya Ewlekariyê ya Hilbijartinan û Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê pêk anî.

Piştî civînê hat ragihandin ku tedbîrên bo roja hilbijartinên pêşweşt ên 10ê Cotmehê hatine gotûbêjkirin û biryar hatiye dayîn, roja hilbijartinan hemû balafirgeh û deriyên sînoran bên ragirtin heta bidawîbûna proseya dengdanê.

Herwiha li gorî biryaran, wê destûr neyê dayîn ti kesek bandorê li ser hilbijêran bike, wê ji bilî ragirtina balafirgehan têketina avahiyên parêzgariyan were girtin û geşta nava bajaran jî roja hilbijartinê were qedexekirin.

Wê di çarçoveya biryaran de, hewce bike qedexeya derve bo Bexdayê û bajarên din were ragihandin û ti kes bi telefonên destan nikaribe biçe navendên dengdanê.