Îranê peyamek ji Tirkiyê re şand

18 adar 2026 22:49

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî ji bo ajokarê kamyonê Huseyîn Firat, ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, bi zimanê tirkî peyama sersaxiyê weşand û sersaxî da malbata Firat.

Îranê peyamek ji Tirkiyê re şand

RûpelNews - Di demekê de ku şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de berdewam dike, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqcî ji bo Huseyîn Firat, şofêrê kamyonê ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da, peyamek sersaxiyê bi zimanê Tirkî weşand.

Araqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

“Şehadeta neheq a Huseyîn Firat, ajokarekî tirk ê kedkar ku li ser axa Îranê ji aliyê Amerîka û Îsraîla dijmin ve hate hedefgirtin, nîşan dide ku êrîşkar sivîlên bêguneh hedef digirin. Di vê meha pîroz de, ez ji Xwedê rehmê li vî şehîdê hêja dixwazim û sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.”