Îranê êrîşî tesîsên Aramco yên Siûdî kir

02 adar 2026 09:09

Îranê bi dronan tesîsên petrolê yên Saudî Aramco li Erebistana Siûdî hedef girt.

Îranê êrîşî tesîsên Aramco yên Siûdî kir

RûpelNews - Hat ragihandin ku rafineriyeke petrolê ya şîrketa Aramco ya li Ras Tanura ya Erebistana Siûdî ji aliyê droneke ku tê îdiakirin aîdî Îranê ye ve hatiye armac kirin.

Li gorî agahiyan, êrîş di saetên serê sibê yên roja Duşemê de pêk hatiye. Tê îdiakirin ku droneke cureyê Shahed-136 a çêkirî ya Îranê tesîs, ku yek ji navendên enerjiyê yên herî krîtîk ên Erebistana Siûdî ye, hedef girtiye.

Karbidestan diyar kirin ku piştî êrîşê li cihê rafineriyê agirê piçûk derketiye, lê agir zû hatiye kontrolkirin. Li gorî raporên destpêkê, ti qurbanî an birîndar tune ne. Wekî tedbîrek hatiye girtin

Piştî êrîşa bi dronan, Rafineriya Ras Tanura ji ber sedemên ewlehiyê demkî hatiye girtin. Karbidestên Siûdî ragihandin ku rewş di bin kontrolê de ye û tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst hatine girtin.

Rafineriya Ras Tanura xwedî kapasîteya rojane ya hilberandina petrolê ya bi qasî 550,000 bermîl e. Tesîs wekî yek ji mezintirîn rafineriyên Rojhilata Navîn tê hesibandin.