Îranê dest danî ser kestiya ku bandrala wê Giravên Marshalê ye
PeyamaKurd – Îranê bi sedema ku qaîdeyên deryayî yên navdewletî îhlal kiriye, dest danî ser keştiya ku bandrala wê Giravên Marshalê ye. Îran li Kendava Basrayê dest danî ser keştiyê. Li gor ragihandina Îranê bi sedema îhlala qaîdeyên navdewletî îhlal kiriye dest daniye ser keştiya petrolê ya bi navê Advantage Sweet ê.
Di daxwuyaniya Îranê de hat gotin ku keştiya navborî do bi şevê li Kendava Basrayê bi tekneyekî Îranê re li hev ketiye, di qezayê de 2 kesên Îranî wenda bûne û hinek ji wan birîndar bûne. Keştî piştî qezayê ji nav ava Îranê reviyaye, çûye Derya Ummanê, li wir hatiye tesbît kirin û dest danîne ser.
Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku Îran di nav ava navdewletî de diçû, dest daniye ser keştiyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin