Îran şanda xwe naşîne Îslamabadê
Çend demjimêr beriya bi dawîhatina peymana agirbesta demkî, rayedarên Îranî tekez kirin ku ew şandeya xwe bo gera duyem a danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re naşînin.
RûpelNews - Ev danûstandin biryar bû îro li paytexta Pakistanê Îslamabadê birêve biçûna. Îran sedema vê yekê vedigerîne bo wê ku ew "danûstandina di bin zimanê gefan de" qebûl nakin.
Dema ku şandeyeke bilind a Amerîkî bi serokatiya Cîgirê Serok "JD Vance" ber bi Pakistanê ve bi rê ket da ku proseya dîplomatîk rizgar bike, serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Tehranê bi yekdengî rûniştina li ser maseya danûstandinan di bin guşarên Amerîkayê de red kir. Ev helwest ji aliyê Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û hejmarek fermandarên leşkerî ve hat piştrastkirin.
Qalîbaf: Em teslîm nabin
Di peyamekê de li ser platforma "X", Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Amerîkayê Donald Trump tohmetbar kir ku dixwaze maseya danûstandinan bike "platforma teslîmbûna Îranê". Qalîbaf got ku Washington bi zanebûn dorpêçê û agirbestê binpê dike da ku hincetekê ji bo destpêkirina şer bibîne. Wî tekez kir: "Em di bin gefan de danûstandinan qebûl nakin, me ji bo rûbirûbûna her geşedanekê kartên meydanî yên nû amade kirine."
Artêşa Îranê: Em ji bo bersiveke diyarker amade ne
Ji aliyê leşkerî ve, Lîwa Elî Ebdullahî, fermandarê biryargeha "Xatemul Enbiya", ragihand ku hêzên çekdar ên Îranê di amadebaşiya herî bilind de ne tevî ku niha pabendî agirbestê ne. Ebdullahî hişyarî da ku Îran rê nade Amerîkayê ku Tengava Hurmuzê kontrol bike û got: "Her binpêkirineke Amerîkayê ya li hemberî berpirsiyariyên wê, dê bi bersiveke diyarker û 'erdhejeke leşkerî' re rûbirû bibe."
Pezeşkiyan: Guşar nikarin îradeya gel bişikînin
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî "bêbaweriya kûr" a li hemberî Washingtonê bi dîroka reftara Amerîkayê ve girêda. Wî diyar kir ku reftarên dawî yên rayedarên Amerîkî "peyameke tal" didin ku armanca wê bindestkirina Îranê ye. Pezeşkiyan tekez kir ku "Gelê Îranê di bin çi guşarê de teslîm nabe," û ev yek wek nîşana redkirina dirêjkirina agirbestê an çûna nav peymanên nû bêyî rakirina dorpêçê hat dîtin.
