Şanda Amerîkayê dê ji Îranê daxwaza azadkirina girtiyan bike

11 nîsan 2026 11:06

Hate îdiakirin ku şanda Amerîkî dê di danûstandinên bi Îranê re mijara serbestberdana welatiyên Amerîkî yên ku niha li Îranê girtî ne, bînin rojevê.

Şanda Amerîkayê dê ji Îranê daxwaza azadkirina girtiyan bike

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Washington Postê, ku xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî mijarê, berpirsên ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di danûstandinên ku dê li Îslamabadê bên kirin de, daxwaza serbestberdana welatiyên Amerîkî yên ku tê ragihandin li Îranê hatine girtin, bikin.

Heman çavkaniyan ragihandin ku hêj ne diyar e ev daxwaz dê heta çi radeyê di danûstandinan de wek xaleke zextê were bikaranîn, lê hin berpirsan jî diyar kirine ku eger di dema hevdîtinan de ti pêşketinek çênebe, dibe ku daxwaz were paşxistin.

Şeş welatiyên Amerîkî li Îranê hatine girtin

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku şeş welatiyên Amerîkî li Îranê hatine girtin û Amerîka dê daxwaza azadkirina hemweletiyên xwe ji şanda Îranê bikin.