Îran, Rûsyayê di mijara S-300an de sûcdar kir
PeyamaKurd- Serokê komîsyona asayîşa netewî û siyaseta derve ya Îranê Haşmetûllah Felahetpîşe ragihand ku di dema êrîşa Îsraîlê bo ser Sûriyê de, Rûsya sîstema S-300an nexebitandiye an ji dewrê derxistiye.
Felahetpîşe bo ajansa fermî ya Îranê IRNA yê axifî û got; di serê hefteya borî de, Îsraîlê êrîşên hewayî anî ser hedefên Sûriyê ku di destê artêşa Îranê de ne û Moskovayê sûcdar kir. Felahetpîşe îşaretê bal bi sîstema parastinê ya hewayî ya Sûriyê da û got:
“Divê bi awayeka ciddî rexne li Rûsyayê bêkirin. Di dema êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, Rûsya sîstema S-300an ji dewrê derxist û nexebitîn. Eger sîstema S-300an bixebitiya, Îsraîlê nikaribû êrîşê bike ser axa Sûriyê.”
Felahetpîşe got ku dibe êrîşên hewayî bi koordînasyona Moskovayê çêbûbin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin