Îran ji xwîna Kurda têr nabe: Cezayê dardekirinê da rojnamevana Kurd Pexsan Ezîzî
PeyamaKurd – Komara Îslamî ya Îranê salekî berê rojnamevan û hem aktîvîsta Kurd ya bi navê Pexşan Ezîzî xistibû bin çav.
Doza Pexşan Ezîzî li Tehranê di dadgeha Şoreşê de dihat dîtin û di darizandina do de dadgehê got:
“Pexşan Ezîzî endama grûbên ku li hemberê Îranê serhildanê kirine û li hemberê hukumeta îslamî ya Îranê şerê çekdarî dane destpêkirin.”
Ji ber sedema jorê goya dadgehê ceza daye Ezîzî. Ev biryara dadgeha dereca yekê ye û mafê Ezîzî heye ku di nav 20 rojan de îtîrazê bike û dosya here dadgeha bilindtir.
Ezîzî di 4ê Tebaxa 2023an de li Tehranê li bajarokê Haraziyê di dema li cem malbata xwe bû îstîxbarata Îranê wê xistibû binçav. Di 11.12.2023an de wê girtin û birin oda jinan ya zîndana bi navê Evin ku ciyê binçav ya îstîxbarata Îranê ye.
Dadgehê bi sedema alîkariya keça xwe kirine, ji malbatê 3 û bi temamî ceza da 5 kesan. Di nav ferdên malbatê de bavê Pexşanê Ezîz Ezîzî, xwuşka wê Pirşeng Ezîzî û zavayê wê Huseyîn Abbasî hene ku her yekî salekî cezayê zîndanê da wan. Ji heman dosyayê Eyûb Enîsî û Eyûb Konanî bi sedema destekê dane Pexşan Ezîzî her yekî 2 sal ceza da wan.
Tewana ku dadgehê dide ser pişta Pexşan Ezîzî, Pexşan red dike û dibêje ku ew aktîvîstekiye û di derbarê mafê jinan de xebatan dike. Ezîzî ji mafê dîtina malbatê û parêzer bêparbû.
Pexşan Ezîzî di sala 1984an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mahabadê hatiye dinyayê. Bi sedema tevlî çalakiyên xwendevanên li Tehranê bû bû, di sala 2009an de 4 meh di zîndanê de mabû. Piştî 4 mehan bi kefaleta peran serbest berdabûn.
Herî dawiyê Ezîzî ji zîndana Evînê ji bo raya giştî name nivîsandibû, behsa îşkenca lê kiribûn, kiribû û xwestibû li hemberê neheqiyê têkoşînê zêdetir bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin