Îran: Ewropayê alîkarî daye rêxistina ku ketiye xwîna Kurdan

09 rêbendan 2019 17:38
Îran: Ewropayê alîkarî daye rêxistina ku ketiye xwîna Kurdan

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf bertek nîşanî biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) da ku dorpêç li ser du hemwelatiyên Îranê û Îstixbarata Îranê sepandine.

YEyê bi hinceta plan û hewlên sûîqesta muxalîfên Îranê, biryara dorpêç û sizayan li ser saziya Îstixbarata Îranê wergirtibû.

Zerîf bersiv da vê biryarê û got, welatên Ewropayê di heyama Serokê Iraqê yê berê Sedam Huseyîn de, alîkariya rêxistina Mucahîdan kiriye ku ew rêxistin beşdarî tawanên kuştina 12 hezar Îranî û Kurdan kiriye.

Wezîrê Îranê got, "Tawanbarkirina Îranê Ewropayê ji berpirsiyariya alîkariya terorîstan xelas nake.”

YEyê roja sêşemê bi hinceta beşdarbûna wan a hewlên sûîqestan, li Denmark, Holanda û Fransayê biryara dorpêçan li ser serokê îstixbarata Îranê Seid Haşimi Moghadam û rayedarekî din ê pilebilind wergirtibû.